ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Wezîrê Îstîxbaratê yê Îranê ji bo Hamany hişyariya ‘suîqastê’ kir
Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Hetîb, der barê hewldanên ‘sîuqestên muhtemel’ û planên ‘rageşiyê’ li welêt bi taybetî ji aliyê Îsraîl û DYE’ê ve hişyarî kir. -
Li Xezeyê di nava rojekê de herî kêm 24 kes mirin
Ajansa Nûçeyan a Fîlîstînê WAFA ragihand ku roja Şemiyê li herêmên cuda yên Şerîda Xezeyê, di encama bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê 2 girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
Li Îranê 2 girtiyên siyasî li dijî muameleya xirab û binpêkirina mafê wan ê tedawiyê, dest bi greva birçîbûnê kirine. -
Partiya Doza Îslamî Malikî weke namzetê serokwezîrtiyê nîşan da
Meclîsa Bilind a Partiya Doza Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan biryar daye Nurî Malikî weke namzetê serokwezîrtiyê nîşan bidin. -
Nurî Malikî li Hewlêrê ye
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, ji bo guftugokirina hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, gihişte Hewlêrê. -
Malikî: Pirsgirêkên Iraq-Herêma Kurdistanê bi peymanên demkî çareser nabin
Nurî el-Malikî diyar kir ku pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê bi lihevkirinên demkî çareser nabin û ragihand ku komên çekdar amade ne bikevin bin kontrola hikûmetê. -
Di êrîşa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 13 endamên Hemasê hatin kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa li dijî kampa koçberan li başûrê Lubnanê pêk anî de 13 endamên Hemasê hatin kuştin. Hikûmeta Lubnanê jî bê ku nasnameya wan destnîşan bike ev yek piştrast kir. -
Hevpeymaniya Dewleta Yasayê: Em qebûl nakin ku Sûdanî cara duyemîn bibe serokwezîr
Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê diyar kir ku ji bo serokwezîrtiyê namzetên wan heye û ew qebûl nakin ku Mûhammed Şiya Sûdanî careke din ji bo heman wezîfeyê bê hilbijartin. -
Di bombebarana Îsraîlê de 25 Filistînî jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û Xan Yûnisê de 25 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 77 kes jî birîndar bûn. -
Dadgeriya Îranê cezayê li Dinya Hiseynî hatibû birîn erê kir
Cezayê 3 sal û 6 meh ê li nivîskara blogê Dinya Hiseynî hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Tehranê ve hate erêkirin. -
Îsraîlê li Lubnanê tesîsa penaberan hedef girt: 13 kes jiyana xwe ji dest dan
Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) piştrast kir ku êrîşeke hewayî li ser wargeha penaberên Filistînî ya Eyn el-Hilwe ya nêzîkî Seyda yê Lubnanê kiriye armanc. Di êrîşê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. -
Sudanî: Di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ti pirsgirêk nîne
Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî diyar kir ku pêşketinên girîng di peywendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de çêbûne û ragihand ku ji bo avakirina hikûmeta Iraqê ya nû, wê alî bi hev re bicivin. -
Li Iraqê pêvajoya bazarê destpê kir, piraniya blokê di Çarçoveya Koordînasyonê de ye
Tifaqa Çarçoveya Koordînasyon a ji komên siyasî yên Şîa pêk tê û weke nêzî Îranê tê nirxandin, ragihand ku di hilbijartinên Iraqê de li parlamentoya nû bû bloka herî zêde xwedî kursiyan. -
Encamên hilbijartina giştî ya Iraqê
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê encamên hilbijartinê yên teqez bûne, eşkere kir. -
Îsraîl: Plana Xezeyê ya Trump wê 'aştî û aramiyê' bîne!
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu îdîa kir ku plana Xezeyê ya Trump ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hate erêkirin wê aştî û aramiyê bîne. -
Konseya Ewlekariyê Neteweyên Yekbûyî plana Xezeyê ya Trump pejirand
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di bin zexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de plana aştiyê ya ku Donald Trump ji bo Xezeyê amade kir bi 13 dengan qebûl kir. -
Encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê hatin ragihandin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê piştî nirxandina îtîrazan encamên hilbijartinên parlamentoyê ragihand. Li Kurdistanê rêjeya beşdariya dengdêran li Hewlêrê %71.65, li Kerkukê %65.02, li Silêmaniyê %60.15 û li Duhokê %77.47 bû. -
Di du salên dawî de li navendên binçavkirinê yên Îsraîlê herî kêm 94 Filistînî jiyana xwe ji dest da
Doktorên Ji Bo Mafên Mirovan Îsraîl (PHRI) ragihand ku ji cotmeha 2023'an vir ve li navendên binçavkirinê yên Îsraîlê hejmara girtiyên Filistînî yên ku jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 94 e. Rêxistinê hişyarî da ku dibe ku hejmara rastîn zêdetir be. -
Ji bo kesên li Xezeyê ji cîh bûne pêdivî bi 300 hezar konî heye
Hikûmeta Xezeyê ragihand ku ji bo 288 hezar malbatên Filistînî yên ji cîh bûne bikaribin li hember bahozên zivistanê bisekinin, bi lezgînî pêdivî bi 300 hezar kon û kelûpelên stargehê heye. -
Dengên 6 namzedên serketî hatin betalkirin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê dengên 6 namzedên ku di hilbijartinan de bi ser ketine, betal kirin. -
Îdîaya ku desthilata Şamê dê ‘cîhadîstên Uygur’ radestî Çînê bike
Li gorî nûçeya AFP’ê ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk û hikûmeta demkî ya Şamê, desthilata demkî amadekariyê dike ku ‘cîhadîstên Uygur’ radestî Çînê bike. -
Dadgeha Federal a Iraqê dawî li wezîfeya Parlamentoya Iraqê anî
Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku Parlamentoya Iraqê dê weke saziya rêveberiyê ya hikûmeta demkî, wezîfeya xwe bidomîne. -
Îsraîl: Erdogan Sûriyeyê kiriye eniyeke dijberê me
Îsraîlê ragihand ku Serokkomarê Tirkiye Erdogan, Sûriyeyê aniye rewşa dijberê wê. Wezîrê Karên Penaberan Amichai Shekli banga kir ku divê Enqere di aliyê dîplomasî de were îzolekirin. -
Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane 69 hezarî derbas kir
Li gorî ajansa nûçeyan a Filîstînê Wafayê, hejmara kesên ku ji êrîşên Îsralê yên ji Cotmeha 2023’an ve jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 69 hezar û 483 kesan. -
Netanyahu beriya dengdana girîng a NY’ê got ‘Em li dijî dewleta Filîstînê ne’
Bi nêzbûna dema dengdana girîng a NY’ê re ya li ser Xezeyê, Netanyahu û wezîrên wî dijberiya xwe ya li dijî dewleta Filîstînê dubare kirin.